[03:51.00]Emîr Merwan tu rabe ey dilawer [03:51.00]Ji bo Kurdan tu rêzan û tu rêber [03:51.00]Nemane ew eşîr û koç û ew êl [03:51.00]Li me hûndane îro ew dem û pêl [03:51.00]Biha’eddîn tu rabe ey tu serwer [03:51.00]Di piştî te ne êl mane ne koçer [03:51.00]Silêmanî bi carek bûne talan [03:51.00]Ji bona we nemane nav û nîşan [03:51.00]Emîr 'Izdîn were carek tu rabe [03:51.00]Welatê te bi carek tev xerab e [03:51.00]Ne Banokî xuya ye ne Hiweydî [03:51.00]Ne Dilxeyran xuya ye ne Yezîdî [03:51.00]Celaleddîn temaşa ke binêr rind [03:51.00]Hemî jar in çi êl û koçer û gund [03:51.00]Nexweş bûne ji bo me deşt û zozan [03:51.00]Xerab bûne li ser me birc û eywan [03:51.00]Birahîm Beg tu rabe kurê ’Izdîn [03:51.00]Bi carek êl û koçer bûne xemgîn [03:51.00]Ne gul mane di baxan de ne beybûn [03:51.00]Di bin lingê neyaran çilmisîn, çûn [03:51.00]Ji xew rabe were ey Mîr Dîyadîn [03:51.00]Binêre ka çilo ne Qulp û Farqîn [03:51.00]Nemane şahnoşîn û birc û ew xan [03:51.00]Kel û bajar bi carek bûne wêran [03:51.00]De zû rabe tu îro Şah Welid Beg [03:51.00]Li ser şêran siwar in rovî û şek [03:51.00]Ne beg mane ne axa û ne keyzad [03:51.00]Bi carek tev bi ah û qîr û feryad [03:51.00]Elî Beg rabe ser xwe Qulp û Batman [03:51.00]Ji destê van neyaran bûne wêran [03:51.00]Seraser mîr û axa tev digazin [03:51.00]Belengaz in li çola tim dibazin [03:51.00]Were Sultan Hisên Beg rabe îro [03:51.00]Li çehrê me binêre ey tu mîro [03:51.00]Hemî Kurd in bi carek bûn belengaz [03:51.00]Di nav wan de tu nîn e beg serifraz [03:51.00]Were Ehmed tu rabe ey begê baş [03:51.00]Li ser me bûne paşa ev Qizilbaş [03:51.00]Ji hev re em mêr û şêr û fîl in [03:51.00]Li bin destê neyaran bend û dîl in. [03:51.00]Were carek temaşa ke tu Zînel [03:51.00]Di Qulpê de nemane birc û heykel [03:51.00]Temaşa ke li rengê me xizana [03:51.00]Xwezî piştî we re em qet nemana [03:51.00]Were Behlûl Begê rabe ji Farqîn [03:51.00]Belê Farqîn e îro jar û xemgîn [03:51.00]Di birca de ne xan mane ne xatûn [03:51.00]Di bexça de ne gul mane ne beybûn [03:51.00]Emîrxan Beg binere tu li Kurda [03:51.00]Hemî dîl û belengaz in ji derda [03:51.00]Wekî kunda li ser şaxa dikalin [03:51.00]Ji ber xeşma neyaran tev dinalin [03:51.00]Umer Beg rabe ser xwe ev çi beng e [03:51.00]Li nav Kurda hawar û qîr û deng e [03:51.00]Weke te em li çolan tev dibazin [03:51.00]Ne Farqînê bi tenha em dixwazin